Advertisement 300 X 250

27 Ağustos 2009 Perşembe

LAWÊ MIN E, BIRAYÊ MIN E Û MÊRÊ MIN E

Du melayan rahiştin hev û dû li ser qederê û yekî ji wan got:
- Qeder heye?
Ê din got:
- Na tuneye!
Bi vî dirûvî peyva wan nebû yek. Lê, li hev kirin ku dê herin cem seydayekî mezin. Dane rê û çûn. Li ser devê rêya wan goristanek hebû û mirov li wir kom bûbûn. Her du meleyan bala xwe dane ser goristanê, kirin meraq û ji hev re gotin:
- Him ziyaret e û him tîcaret e!..
Piştî fatîha xwe xwendin, li derdorê pirsîn:
- Kî çûye rehmetê?
Gotin:
- Seyda çûye rehmetê!..
Taba herduyan bi erdê teqiyabû, lê bi hev re şêwirîn û kirin biryar ku herin mala seyda jî dê fatîhakê bixwînin.Çûn fatîhe xwendin, lê wext derengî ketibû, mala seyda herdu meleyan bernedan û wê şevê li wir dimînin.Şev geriya, dem herikandin û çare ji pirsgirêka xwe nedîtin. Piştî civat belavbûnê yek ji derve kete hundir ku rih bi bihûstekê li xwe berdabû, bi ber qîza seyda de çû, têra xwe lêxist, bi ser de têr maçî kir û pê keniya û bi sosretekê ji ber qîzikê reviya. Herdu mele ecêbmayî man. Qîzikê berê xwe da meleyan û got:
- Hun ji çi ecêbmayî dimînin?..
Deng ji meleyan derneket.Qîzikê domand:
- Alimek nexweş ketibû, li cem hekîm û lûqmana geriyabû û tu derman ji nexweşiya xwe re nedîtibû. Keçek ew î alimî hebû, ji bavê xwe re gotibû:
- “ Bavo, tu alimî, de ka dermanekî ji xwe re bibîne?
Ê alim gotibû:
- “ Dermanê min heye!
Keçikê gotibû.
- “ Dermanê te çiye?
Ê alim gotibû.
- “ Law nabe!..
Keçikê gotibû:
- “ Na bibêje.
Ê alim gotibû:
- “ Dermanê min meya ye!
Keçikê gotibû:
- “ Ê vexwe!..
Ê alim wê şevê meya vexwar û pê şerxweş ket. Bi şerxweşbûnê re şeytan kete qelbê wî. Rabû ser xwe û dawa pevşabûnê li keça xwe kir. Ev kar pêk hat. Wextek çû û keçik bi du canî bû. Xwedê zarokek da keçikê û ê alim:
- “ Qîza min, dengê xwe meke, hew di navbera min, te û xwedê de ye. Ka evî zarokî em bibin ber camiyekê dînin, belkî hinek lê xwedî derkeve û xwedî bike.
Ferek bazinê keçikê hebû. Keçikê xist nav şalê li zarok pêçayî û li ber camiyê danî. Mirovekî zarokê wî tunebû, diçû camiyê, zarok dît, rahiştê bir malê û banî jina xwe kir:
- “ Min ev î zarokî li ber camiyê dît, ji xwe zarokê me jî tune, em ê xwedî bikin, heke hineka xwest xwest, nexwest jî ew ê ji me re bimîne. Ev bazinê li ser zarok jî ew ê jê re bimîne û em dest nadinê.
Zarok xwedî kirin, hin bi hin mezin dibû, hişê wî gelek tiştan digirt û malikê rabû danî ber destê seydayekî da ku feqetiyê bike. Zarok bi her milî de pêş diket û roj bi roj bi ser xwe de dihat û wextê zewaca wî hatibû. Bi gihîştina emrê wî re seydayê wî xist dil xwe ku qîza xwe bidê. Bang lêwik kir û got:
- “ Êdî tu mezin bûyî û kêfa min pir ji te re tê. Ji bavê xwe re bêje qîzik min heye bila bê ji te re bixwaze.
Xort çû mal û ji bavê xwe re got:
- “ Seydayê min dibê ezê qîza xwe bi te dim ger tu bê bixqwazî…
Bavê lêwik bi law û mala xwe li hev kir, çû cem seyda û pirsî:
- “ Seyda tiştekî weha heye?..
Seyda got:
- “ Ka emê mara wan bibirin!..
Wexta ku mara wan birîn, diya lêwik bazin hazir kir û da dest lawik. Lawik rahiştê, li gorî dab û nêrîtan anî xist destê bûkê. Bûkê çawa bazin dît, naskir, qêrînî pê ket û got:
- “Te ev bazin ji ku anî, ev bazin ê min e!..
Lawik mesele çû ji bavê xwe re got:
- “ Bûk dibêje we ev bazin ji ku aniye, ev bazinê min e…
Bavê lêwik mesele ji lawê xwe re got pêve, çû cem bûkê û got:
- “ Ev lawik ne lawikê min e. Me li ber camiyekê dît, anî xwedî kir û bazin jî li ser wî bû. Me bazinê wî hilanî ta ku tu xwest û bû xelat ji te re.
Keçikê kir gazî, hewar û got:
- “ Ev î lawê te him lawê min e, him birayê min e û him mêrê min e!..”
Û keçikê berê xwe da herdu meleyan û domand:
- Ew î zilamê bi rî, lawê min, birê min û mêrê min e.
Herdu meleyan bersiva pirsa xwe dîtibûn û bi bêdengî ji mala seydayê xwe birêketin çûn.

Hiç yorum yok: